Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gorî nûçeya Hayri Tunç ê ji malpera Direnişteyizê serdegirtin roja yekşemê pêk hatiye û polîs çûne weşanxaneya ku li Cagaloglûyê ye. Hate zanîn ku polîs bi îdiaya ku gilîkirina “pirtûkên bêbandrol” hene li weşanxaneyê û depoya wê geriyan.
Polîsan gotine ku ji bo pirtûka N. Mehmet Guler a bi navê “KCK Dosyası: Küresel Devlet Devletsiz Kürtler” û pirtûka “Biryarên ji Mirinê Zehmetir” biryara komkirinê hene û dest danîn ser pirtûkên ji salên 1980yî û 1990î mane ku derbarê wan de biryara komkirinê tune bû.
Polîsan dest danîn ser 2000 hezar pirtûkî û xebatkarê weşanxaneyê Mehmet Ali Variş desteser kir lê paşê ew berdan.
Derbarê Weşanxaneya Belgeyê de
Weşanxaneya Belgeyê di sala 1977ê de ji hêla Ragip Zarakolû û Ayşe Nûr Zarakolû ve hat avakirin. Weşanxane bi giranî pirtûkên derbarê polîtîka, ekonomî, felsefe û mafên mirovan de diweşîne.
Heta niha derbarê gelek pirtûkên Weşanxaneya Belgeyê de lêpirsîn hatiye vekirin û yek ji avakerên weşanxaneyê Ayşe Nûr Zarakolû sala 1998ê di Fûara Frankfûrtê de Xelata Azadiyê ya Yekîtiya Weşangerên Navdewletî wergirt ku cara pêşîn dihate dayin. Ragip Zarakolû jî herwiha sala 2008ê Xelata Azadiya Weşangeriyê ya IPAyê stand.
Ragip Zarakolû di çarçoveya lêpirsîna KCKê de Mijdara 2011ê hat girtin û Nîsana 2012ê hat berdan. Zarakolû sala 2012ê weke endamê Xelata Aştiyê ya Nobelê hat nîşandan.
Li ser navê Ayşe Nûr Zarakolû ya ku di Rêbendana 2002ê de çû ber dilovaniya xwe ji 2002ê û vir ve “Xelata Azadiya Îfadekirinê û Ramanê ya Ayşenûr Zarakolû” tê dayin”. (EA/FD)