Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) îro derbarê şewitandina depoya Weşanên Avestayê de daxuyanî da û got: ‘Şewitandina pirtûkan şermahiyeke mezin e, bila êdî pêk neyê.’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Bûyerên weke şewitandina pirtûkan di rejîmên zordest de pêk tên. Armanca şewitandina pirtûkan ew e ku hafizeya civakê were tinekirin. Ew yek rûreşî ye, sûcê mirovahiyê ye û dê wisa jî di dîrokê de cih bigire. Em wê êrişa ku li dijî Weşanên Avestayê pêk hatiye bi tundî şermezar dikin. Daxwaze me ew e ku bila demildest sûcdarên wê bûyerê werin cezakirin û ziyana ku pêk hatiye jî bila were çareserkirin. Şewitandina pirtûkan şermahiyeke mezin e, bila êdî pêk neyê.’
Çi bûbû?
Li taxa İskenderpaşayê navçeya Sûrê ya Amedê di 10ê Hezîrana 2016an de ji hêla kesên nediyar ve depoya Weşanên Avestayê hat şewitandin.
3 odeyên wê depoyê hebû û dema agir bi odeyekê ketibû welatiyan mudaxele kiribûn, lê dîsa jî ziyaneke mezin bi pirtûkên odeyê ve hatibû.
(EA/YO)