Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ) bi hevkariya Komeleya Astengdarên Çavan a Dicleyê ji bo kesên ku di çav de astengiyên wan hene û nabînin qurseke taybet a fêrbûna kurmancî daye destpêkirin. 28 xwendekar beşdarî qursê dibin.
Komeleya Lekolînên Kurdî ji ber Covîd-19ê di 15ê Nîsanê de cara yekem dest bi dayîna dersên online kiribû. Dersên onlîne bi şêwezarê kurmancî û kirmanckî dihat dayîn.
Komeleyê vê carê jî bi hevkariya Komeleya Astengdarên Çavan a Dicleyê ji bo kesên ku di çav de astengiyên wan hene û nabîne jî qurseke kurmancî ya taybet vekirin e.
28 kes tevlî qursê dibin
Qursa ji bo astengdarên çavan, di 17ê Tîrmehê de bi awayekî online dest pê kiriye. Ev qurs dê heta 3 mehan bidome û wê bi şêwezarê kurmancî bê dayîn. Heta niha 28 xwendekar beşdarî qursê bûne. Ji Tirkiyeyê û Ewropayê serlêdana qursê kirine. Kesên ku serî li qursê dane li Tirkiyeyê û Ewropayê ne. Qurs rojên îniyê di saet 20.00ê êvarê de dest pê dike heta 22.00an didome.
Eyyûp Sûbaşi,Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi bianetê re axivî.
Cara yekeme qurseke weha tê dayîn
Eyyûp Sûbaşi, Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê destnîşan kir û got: “Yekem care em dersan didin astengdarên çavan û ji bo me ev xebateke nû ye.” Sûbaşi weha pê de çû: “Ev ji bo me destpêkeke, lê ji bo pêşerojê dibe ku bibe hîm û bingehên xebatên din ên ji bo hemû astengdaran.”
“Em dixwazin materyalên dersê ji bo van dersan amade bikin. Ji bo standartkirina alfabeya Brailleyê ya ji bo kesên ku di çav de astengiyên wan hene û nabîne jî hewldanên me hene.”
Di dema pandemiyê de 3600 xwendekaran serî li qursan dane
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi pandemîyê re qursên taybet ên online ji bo xwendin, nivîsîn û pêşvebirina kurdî dabû destpêkirin. Qursa online ya yekem di 15ê Nîsanê de hatibû destpêkirin û 6 hefteyan berdewam kiribû. Kesên ku serî li qursa meha Nîsanê dane derdora 1048an bûne. Piştî vê bi boneya 15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî Enstîtûyê û 28 sazîyên din ên kurdî qursên bi vî rengî vekiribûn. Van qursan jî ji 1ê Hezîranê dest pê kiribûn û heta 4 hefteyan berdewam kiribûn. 2073 kesî serî li van qursan dabûn. Kesên ku serî li van qursan dan 2073 kes bûn. Piştî ku ev qursa temam bûn qursên nû di 15ê Tîrmehê de dest pê kirine. 496 kes niha li Enstîtuyê dersan dibînin.
Bi pandemîyê re nêzîkî 3600 xwendekaran serî li qursên online yên kurdî dane
Derbarê Alfabeya Brailleyî de
Alfabeya Brailleyî ji bo kesên ku di çav de astengiyên wan hene û nabînin, hatiye çêkirin. Astengdarên çavan bi vê alfabeyê fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Di sala 1821an de Louis Braille, dahênerê fransî çêkiriye.
Derbarê Komeleya Lêkolînên Kurdî de
Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber Rewşa Awarte û di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2016yê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin dilxwaz û xebatkarên Enstîtuyê, Komeleya Lêkolînên Kurdî ava kirin. Komele armanca dike ku li ser çand, huner û zimanê Kurdî xebatên zanistî û lêkolînî bike û her wiha ji bo pêşketina zimanê kurdî di atolyeyan li dar bixe. (AS/FD)