Kargeha Medyaya Kurdî ya Atolye BIAyê bi awayê online dest pê kir. Kargeh wê di navbera 12 û 15ê Adarê de li Amedê pêk bihata. Lê ji ber belavbûna nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê ev bername hate betalkirin. Paşê jî biryar hate standin ku bi awayê online pêk were.
Bernameya Kargehê bi rêya ZOOMê pêk tê ku di dersa yekem de Mûrat Bayram, rojnameger û edîtorê berê yê bianet kurdiyê behsa zimanê medyatîv ê bianet kurdiyê û rojnamegeriya edebî kir.
Di kargehê de wê rojnamegerên ku di dezgehên medyayê yên weke JinNews, REUTERS, BBC, AFP, SBS, VOA, Stêrk, War TV, New York Times, DW, IMC TV, Kurdistan24 TV, AlJazeera Int. TV, Sputnik, RT TV, Ajansa Mezopotamya û bianetê de kar kirine wê di kargehê de behsa tecrubeyên xwe bikin.
Di kargehê de her weha wê behsa dîroka medyaya kurdî, zimanê nûçegîhaniya bi kurdî, zimanê nûçegîhaniya bi kurdî ya jinparêz, amadekirina nûçeyên radyo û podcastên bi kurdî, teknîkên rojnamegeriya dijîtal û wênegirtina ji bo nûçeyan bê kirin.
Kargeh tenê ji bo wan kesan pêk tê ku ji bo bernameya li Amedê serî lê dabûn û serlêdanên wan hatibûn qebûlkirin. (FD)