Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolye BİA wê di navbera 11 û 15ê Çiriya Paşiyê de Kargeha Nûçegihaniya Jin-LGBTI+yan û Dadgehkirinê pêk bîne. Di vê kargehê de wê nûçegihaniya LGBTI+parêz, rewşa jinan û ya LGBTI+yan di medyayê de, hilbijartina dîmenan a di nûçeyên derbarê jinan û LGBTI+yan de, pêvajoya hiqûqî û termînolojî, şopandina dozan û nûçegihaniya derbarê girtî û girtîgehan de bê nîqaşkirin.
Ev kargeh wê weke rêzekargehan bê lidarxistin û wê di Adara 2020an de kargeheke din pêk were.
Em li bendê ne ku kesên wê beşdarî vê kargehê bibin li herêmên xwe herî kêm dozeke tundkariyê ya li dijî jin û LGBTI+yan bişopînin.
Ji bo beşdariya kargehê hûn dikarin heta 31ê Çiriya Pêşiyê roja pêncşemê saet 10.00ê serî lê bidin. Tenê 15 kes wê bikaribin beşdarî kargehê bibin.
Rojnameger, rojnamegerên bêkar hatine hiştin û xwendikarên beşên rojnamegeriyê yên di sala dawiyê de wê bikaribin serî lê bidin.
Ji bo kesên ku serlêdanên wan hatiye qebûlkirin wê formên ji bo amadekariyê bên şandin.
Pirsên we yê derbarê kargehê de hebin, hûn dikarin ji maîla [email protected] ê re binivîsin.
* Bihayê beşdariyê ji bo xwendekar û rojnamegerên bêkar 200 TL, ji bo kesên kar dikin 300 TL ye.
**Ji bo beşdaran sertîfîka dê bêne dayin.
***Ji bo jimareka dîyarkirî ya beşdaran bursa ji bo rê û manê dê bê dayin.
Ji bo beşdariya kargehê vê forma bi zimanê tirkî dagirin.
(SO/FD)