Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya Atolye BİAyê wê bi Atolyeya Nûçegihaniya Îklîmê berdewam bike.
Atolye wê di navbera 21 û 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê de li dar bikeve. Ji bo beşdariyê hûn dikarin heta 11ê Çiriya Paşiyê serî lê bidin. Tenê 15 kes dikarin beşdarî atolyeyê bibin.
Armanc ji atolyeyê ew e ku derbarê rêbaz û prensîbên nûçegihaniya îklîmî de, gihîştina daneyên jîngehparêz û îklimê û pisporiya di warê nûçegihaniya îklîmê ya li Tirkiyeyê de parvekirina dane û tecrûbeyan e.
Rojnamegerên ji beşên curbecur ên medyayê û rojnamegerên bêkar hatine hiştin, xwendekarên ji beşên rojnamegeriyê, radyo û televizyonê yên fakulteyên ragihandinê, rêxistinên mafparêz û her kesên ku bala wan li ser mijarê dikarin serî li kargehê bidin.
Wê formên amadekariya derbarê atolyeyê de ji wan kesan re bê şandin ku serlêdana wan hatiye qebûlkirin.
Pirsên we yê derbarê atolyeyê de hebin, hûn dikarin ji maîla [email protected] ê re binivîsin.
*Ji bo beşdaran sertîfîka dê bêne dayin.
**Ji bo jimareka dîyarkirî ya beşdaran bursa ji bo rê û manê dê bê dayin.
Ji bo beşdariya kargehê vê forma bi zimanê tirkî dagirin.
(SO/FD)