Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşveçûnê (OECD) rapora perwerdeyê ya sala 2019ê weşandiye. Bi raporê eşkere bûye ku li Tirkiyeyê rêjeya pereyên ji bo perwerdeyê tê xerckirin du qetan ji rêjeya OECDyê kêmtir e.
Rapor bi navê "Nêrîneka li Perwerdeyê" hatiye weşandin. Rapor eşkere dike ku li Tirkiyeyê di van 10 salên dawiyê de kesên 25-34 salî du qet zêdetir beşdarî xwendina bilind bûne. Di sala 2008ê de ev rêje ji sedî 15 bû, niho ji sedî 33 ye.
Ji ber mehaneya kêm dersdarî ne karekê cazib e.
Di raporê de,hatiye eşkerekirin ku li Tirkiyeyê pereyên ji bo xwendekarên xwendina destpêkê û xwendina bilin gelek kêm e. Li gorî vê raporê, li Tirkiyeyê sala 2016ê ji dibistana seretayî heta zanîngehê, 5 hezar û 633 dolar hati xerckirin . Rêjeya OECDê 10 hezar 502 dolar e.
Li gor heman raporê di deh salan de rêjeya kesên zanîngeh xwendîn û dest bi karekê kirîn ji sedî 6 kêm bûye. Rêjeya xwendekarên lîsa xwendîn û dest bi karekê kirîn ji sedî 5 zêde bûye.
Di sala 2008ê de rêjeya destbikarîkirinê ya zanîngehqedandîyan ji sedê 70 bûye, di sala 2018ê de ev rêje bûye ji sedî 62.
(BA/AÖ/MB)