Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Prof. Dr. İbrahim Ozcoşar weke Rektorê nû yê Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê hatiye tayînkirin. Biryara tayînkirina Ozcoşarê ji hêla Serokomar Erdoganî ve hatiye dayîn.
Demek berê Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Ahmet Agirakçayî û senatoya Zanîngehê biryar girtibûn ku Enstîtuya Zimanên Zindî bigirin û xebatên wê di bin banê Enstîtuya Perwerde û Hînkariyê ya Lîsansa Bilind de berdewam bikin.
Bixwîne - Rektor Agirakça: Enstîtu nayê girtin, YOKê ferman da min jî pêk anî
Li gorî jêderên bianetê ev biryar ji ber “tedbîrên aboriyê” hatibûn avêtin. Lê Prof. Dr. Ahmet Agirakçayî ji bianetê re diyar kiribû ku Lijneya Bilind a Hinkariyê (YOK) ferman daye û wî jî pêk aniye. Agirakçayî gotibû, YOKê ji wan xwestiye hemû enstîtuyan di bin banê Enstîtuya Perwerde û Hînkariyê ya Lîsansa Bilind de kom bike û ew jî li gorî vê biryarê tevgeriyane.
Prof. Dr. Ozcaşarî biryara tayînkirinê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye: “Bi layîqdîtina Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdoganî, ez weke Rektorê Zanîngeha Artûklûyê tayîn kirime. Xwedê me li hemberî wî û kesên bi me bawer dibin fedîkar dernexe, bike ku em xizmetê ji zanîngeha me re bikin.”
Bixwîne - Zanîngeha Artûklûyê wê Enstîtuya Zimanên Zindî bigire
Piştî biryara tayînkirina rektorê nû, Agirakçayî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Zanyariyên şaş dane Birêz Serokomarê me û kesek ji bo Mêrdînê tayîn kirine ku mêrê herî dawî ew e ji bo tayînkirinê. Xirabiya herî mezin bi Mêrdînê kirine. Ez nizanim wê çawa ji vê şaşiyê vegerin. Derbasbûyî be.”
Sayın cumhurbaşkanımıza verilen yanlış bilgiler sonucunda Mardin’e en son tayin edilecek adam rektör olarak tayin edilmiş bulunmaktadır Mardin’e yapılacak en büyük kötülük yapılmıştır Bu hatadan nasıl dönülecek bilemiyorum Geçmiş olsun
— AHMET AGIRAKCA (@AHMETAGIRAKCA) August 22, 2019
Gotibû ku “Serokomarî xwestiye ez bimînim”
Agirakçayî ji bianetê re axivîbû û gotibû ku dema wezîfeya wî di meha adarê de qediyaye lê Serokomarê xwestiye û ew li wezîfeya xwe berdewam dike:
“Serokomarî xwest ku ez li wezîfeya xwe berdewam bikim û ez jî berdewam dikim. Serokomar bi awayekî zelal gotiye ku em kesî li wir tayîn nakin û em ê bi Ehmed Xoceyî re berdewam bikin. Ev ne ya min e, daxwazeke min jî nîne. Ev biryara Serokomarî ye. Kesekî ku wir bi rê ve bibe nedîtiye û dixwaze ez berdewam bikim.”
Derbarê Îbrahîm Ozcoşarî de
Sala 1975an li Amedê ji dayîk bûye. Piştî perwerdeya xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Zanîngeha Dîcleyê xwendiye. Lîsansa Bilind li Beşa Dîroka Nêzîk ya Enstîtuya Zanyariyên Civakî ya Zanîngeha Dîcleyê, doktoraya xwe jî di heman beşî lê li Enstîtuya Zanyariyên Civakî ya Zanîngeha Erciyesê qedandiye. Li ser dîroka bajarên osmaniyan, suryaniyan û dîroka mêrdînê lêkolînan dike. (AO/FD)