Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Senatoya Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê biryar girtiye ku Enstîtuya Zimanên Zindî bigire. Senato dê Enstîtuya Zimanên Zindî û Enstîtuya Zanistên Fenê, di bin banê Enstîtuya Zanistên Civakî de bicive.
Nivîskar û akademîsyen Selîm Temoyî ev biryar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kiriye. 17 endamên Senatoyê dengê erênî, 7 endaman jî dengên neyênî daye.
Mardin Artuklu Üniversitesi Senatosu, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü'nü kapatma kararı alıp (17 kabul-7 ret) YÖK'e gönderdi. "Kürt kökenli" ve Eliaçık'ın deyimiyle "IŞİD kafalı" rektör ve yönetimin Kürtçe düşmanlığı bitmek bilmiyor!
— Selim Temo (@temoselim) August 15, 2019
Senatoyê biryar şandiye ber destê Lijneya Bilind a Hîndekariyê (YOK) û li gorî bersiva Lijneyê wê Enstîtuya Zimanê Zindî bê girtin û di bin banê Enstîtuya Zanistên Civakê de berdewam bike.
Çavkaniyên Zanîngehê: Ji ber “tedbîrên aboriyê” biryar hatiye standin
Çavkaniyên Zanîngehê ji bianetê re aşkere kirin ku senatoyê ev biryar ji ber “tedbîrên aboriyê” standiye. Heman çavkaniyan diyar kirin ku ji bo bi vê armancê biryara girtinê derkeve, divê Enstitu kar neke. Lê Enstîtuya Zimanên Zindî, ji roja ku hatiye vekirin heta niha, gelekî çalak e.
Heke ev biryar bi cih bibe, wê kadroyên Enstîtuya Zimanên Zindî, li Enstîtuya Zanistên Civakî bên bicihkirin.
Rektor Agirakça: Nûçe ne rast in
Bir kısım sosyal medya da kulaktan duyma Dur bir haber yaydılar çok ayıp Böyle bir kapatma kararı kesinlikle söz konusu değil. Haberler gerçekleri yansıtmıyor. Sadece YÖK'ün tüm Enstitüleri bir çatı altında toplama kararı bulunuyor. Enstitüyü Kapatma söz konusu değil
— AHMET AGIRAKCA (@AHMETAGIRAKCA) August 15, 2019
Telefonên Zanîngeha Artûklûyê naxebitin, lê Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Ahmet Agirakçayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsiye û gotiye: “Nûçe ne rast in. Tenê biryareke YOKê heye ku wê hemû Enstîtuyan di bin banekî de bicive. Enstîtu nayê girtin.”
Di sala 2017ê de di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan De (KHK) 6 akademisyenên kurd ji Beşa Esasî ya Ziman û Çanda Kurdî yên Enstîtuya Zimanên Zindî ji wezîfeyê hatibûn avêtin.
Di dema “Pêvajoya Çareseriyê” de dest bi perwerdeyê kiribû
Enstîtuya Zimanên Zindî di dema “Pêvajoya Çareseriyê” de hatibû avakirin û di sala 2009ê de dest bi perwerdeyê kiribû. Pêşiyê beşa lîsansa bilind a bi kurdî, paşê jî ya bi erebî û suryankî hate vekirin.
Ji roja ku dest bi perwerdeyê kiriye heta niha, 70ê xwendekarên lîsansa bilind a bi tez, 699 jî yên bê tez li vir perwerde dîtine. 15 dersdar li Enstîtuyê kar dikin. (FD)