Ji bo nûçeya tirkî bitikkîne
Atolye BIA bernameyên xwe yên sala 2019ê didomîne. Atolyeya Bingehên Rojnamegeriyê di navbera 20-27ê Sibatê de ye. Dersên destpêka rojnamegeriyê Murat Çelîkkanî da.
Murat Çelîkkanî li ser nûçeyên ketîn di rojevê de şîrove kirin û behsa pîvanên rojnamegeriyê kir.
Beşdaran diyar kirin ku nûçeyên rojev çêkirîn pirtirîn ew nûçe ne ku mirovan eleqedar dikin.
Çelîkkanî diyar kir ku divê nûçe kurt bin. Divê herî kêm bi 27 herî zêde jî bi 40 peyvan nûçe bêne nivîsîn.
Çelîkkanî behsa berjewendiya civakê kir û diyar kir:
“Divê berjewendiya civakê tekane fikra rojnamegeran be”
Çelîkkanî nûçe li beşdaran da nivîsîn û li ser nûçeyên hatîn nivîsîn, beşdar hînî teknîkên nûçenivîsînê kirin.
Li ser AtolyeBİAyê
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/Tevna Ragihandinê ya Serbixwe "Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Medyaya Nû" saz dike. Bi vê atolyeyê dixwaze ji bo rojnamegerên ji saziyên cuda cuda ên medyayê, rojnamegerên bêkar hatine hiştin û xwendekarên fakulteyên ragihandinê yên di beşên rojnaemgerî û radyo û televizyonan de dixwînin atolyeyan çêbikin. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe.
Bixwîne- Nûçeyên li ser Atolye BIAyê
Di çarçoveya bernameyê de wê li ser mijarên weke "Rojnamegerî, Têgihiştina Nûçegîhaniyê, Nûçegîhaniya Zayendparêziyê, Rojnamegeriya Aştîxwaz, Di Rojnamegeriyê de Rola Medyaya nû, Ji bo Rojnamegeriyê Navgînên Dijîtal, Ewlehiya Dijîtal û Wênekêşiya ji bo Nûçeyan" bên sekinandin.
Murat Çelîkkan kî ye?
25 sal in rojnamegeriyê dike û di vê demê de weke Nûçegihan, edîtor, qunciknivîs û berpirsê weşanê kar kiriye.
Di tevgera mafên mirovan a Tirkiyeyê de bi awayekî aktîf kar kiriye. Yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ya Tirkiyeyê, Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ye û bûye yek ji rêveberên wan. Derbarê pirsgirêka Kurdan û etîka medyayê de di projeyan de xebat kiriye.
Ji 2010an û vir ve dîrektoriya Navenda Heqîqet Edalet û Bîrê dike ku yek ji avakarên wê ye.
(SO/MB)