YOK: Penaberên ji Sûriyeyê bêyî îmtihanan dê li zanîngehan nexwînin
Lijneya Bilind a Perwerdeyê(YOK) diyar kiriye ku ne mumkin e penaberên ji Sûriyeyê bêyî îmtihanan li zanîngehên Tirkiyeyê bixwînin.
![YOK: Penaberên ji Sûriyeyê bêyî îmtihanan dê li zanîngehan nexwînin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/205/575/original/yok.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Perwerdeyê(YOK) diyar kiriye ku ne mumkin e penaberên ji Sûriyeyê bêyî îmtihanan li zanîngehên Tirkiyeyê bixwînin.
Di van rojan de li medyaya civakî agahiyek hatiye belavkirin û hatiye îdiakirin ku penaberên ji Sûriyeyê dê bikarin bêyî bikevin îmtihanan li zanîngehên Tirkiyeyê bixwînin.
YOKê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kiriye:
"Ew parvekirin(ên li medyaya civakî ) ne rast in. Ti caran YOKê diyar nekiriye ku penaberên li welatê me dikarin bêyî îmtihan li zanîngehên Tirkiyeyê bixwînin.”
(AO/MB)