Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolyeyên AtolyeBIAyê dê Sibata(meha duyem) 2019ê dest pê bike. Di meha Sibatê de du atolyeyên “Bingehên Rojnamegeriyê” dê bê pêkanîn.
Mijarên atolyeyê ev in: Destpêka rojnamegeriyê, gelo mirov çawa dikarin ji rojnamegeriya giştî bibore, xwendin û helsengandina nûçeyên li Tirkiyeyê hatîn nivîsîn, wênegiriya nûçeyan, medyaya nû, pêvajoyên edîtirîyê, nûçegihaniya mafparêz ya bianetê, ewlehiya dîjîtal ya rojnamegeran û bikarînana Wordpressê.
Dersdar kî ne?
Rojnamegerê Ahmet Tulgar, rojnamegerê Demet Bilge Erkasap, rojnamegerê Murat Çelikkan, Prof. Dr. Sevda Alankuş, dersdêrê zanîngehan/rojnameger Murat Utku, Prof. Dr. Nilgün Toker Kılınç, Wênegir(Nar Photos) Özcan Yurdalan.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2000î û vir ve semîner û atolyeyan li ser nûçegihaniyê çêdike. Demek e ku ev bername di bin navê AtolyeBİAyê bi rê ve diçin. Bernameyên AtolyeBİAyê, li wê avahiyê çêdibe ku navenda nûçeyan a bianetê jî tê de ye.
Ji bo beşdariya atolyeyê hûn dikarin heta 30ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê serî lê bidin. Buhayê atolye ji bo xwendevanan 200 TL, ji bo kesên kar dikin jî 300 TL ye.
Pirsên we yê derbarê atolyeyê de hebin, hûn dikarin ji maîla [email protected] ê re binivîsin.
*Ji bo beşdaran sertîfîka dê bêne dayin.
**Ji bo jimareka dîyarkirî ya beşdaran bursa ji bo rê û manê dê bê dayin.
Ji bo beşdariya atolyeyê vê forma bi zimanê tirkî dagirin.
(MB)