Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Zanîngeha Kocaelîyê piştî ku Doç. Dr. Gul Koksalê “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirî ew ji karî avêtiye.
Zanîngeha Anadolûyê dê îsal kitêba dersa xwendekarên zanîngehê ji nû ve çap bike lê dê gotara zanistî ya Gul Koksalê ji kitêbê bavêje.
Koksalê li ser hesabê xwe yê Twitterê daye zanîn ku kitêba “Birêvebiriya Mîratê Çandî” dê ji nû ve bê çapkirin lê nivîsara wê dê di kitêbê de nebe.
Akademîsyenê gotiye:
“Ev yek ne bi tenê hatiye serê min, heman tişt hatiye serê hevpîşeyên min jî. Welê dixweyî ku yên xwe li ber desthilatê neçemînin dê rastî vê yekê bêne.”
Hûn dikarin nivîsarê bi vê dûvelankê bibînin.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
(BK/MB)