Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolyeyên Dibistana Mafên Mirovan (İHO) wê sibata 2019ê li ser înternetê dest pê bikin.
Rêveberên Dibistanê sal kirine çar serdem û bi rengê ku wê her serdem şeş hefteyan bidome bername amade kirine. Di her serdemê de jî wê pênc atolye çêbibin.
Li gorî vê plansaziyê, tê plankirin ku heta dawiya sala 2019ê 20 atolyê çêbibin. Her kesên ku şeş atolye şopandibin wê bibin xwedî sertifîkayekê.
Beşdariya atolyeyan belaş e û wê banga serlêdanê jî di meha Kanûna Paşiyê de bê kirin.
Atolye
Atolyeyên kû tên plankirin bên vekirin û kesên wê di van atolyeyan de dersan bidin ev in:
Di Hiqûqa Destûrî de Maf û Azadî (Dinçer Demirkent)
Dada Destûrî û Mafên Mirovan (Murat Sevinç)
Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) (Kerem Altıparmak)
Mafên Kêmaran, Pirsgirêkên Kêmaran (Elçin Aktoprak)
Polîtîkayên Derbarê Jîngehê De (Bülent Duru)
Mafên Aborî û yên Civakî (Nail Dertli)
Felsefeya Hiqûqê (Ertuğrul Uzun- Kasım Akbaş)
Teoriya Mafên Mirovan (Ahmet Murat Aytaç)
Mafên Mirovan û Parêzvanî (Feray Salman)
Mafên Mirovan û Edaleta Cezayê ya Navnetewî (Ozan Değer)
Şopandin û Raporkirina Mafên Mirovan (Feray Salman)
Parastina Mafên Mirovan Di Qada Navnetewî De (Ozan Değer)
Nasname: Tirkîtî, Pirsgirêka Kurd û Ermenan (Barış Ünlü)
Medya û Gotinên Cidaxwaziyê (Ülkü Doğanay)
Medya û Azadiya Xweîfadekirinê (İnan Özdemir Taştan)
Medya û MafêN Mirovan (Gülseren Adaklı)
Ji Perspektîva Zayenda Civakî (Handan Çağlayan)
Tevgerên Civakî û Medyaya Alternatîv (Sevilay Çelenk)
Pirsgirêka Birêvebirinê û Metoda Zanistê (Aydın Ördek)
Welatîtî û Mafên Mirovan (Ahmet Murat Aytaç)
Derbarê Dibistana Mafên Mirovan de
Dibistana Mafên Mirovan (İHO) programeke atolyeya perwerdehiyê ya online e ku Programa Navbeynkar a Ewropayê ya Ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan e (DİHAA).
Avakar û xebatkarên Navenda Mafên Mirovan a Fakulteya Zanyariyên Siyasî karê Dibistanê dimeşînin ku Navend hatibû girtin.
İHO di çarçoveya projeya bi sernavê Coping With State Of Emergency: Bringing Human Rights Academy To Society de çêdibe û KAGEP/İHOP (Platforma Hevbeş a Mafên Mirovan) wê bi rê ve dibe û Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û Komeleya Mezûnên ODTÜyê hevbeşên projeyê ne. (AS/FD)
* Ji bo zanyariyên zêdetir bitikîne