Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Du dersdêrên bi navê Nursel Tanriverdî û Selvî Polat, bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de ji karê wan hatine avêtin. Wan ev yek protesto kiriye. Polîsan ew desteser kiribû, dadgeheka Stenbolê biryara girtina wan daye. Sendîkaya Perwerde û Zanistê(Egitim Sen) ev biryar protesto kiriye.
Dersdêr 7ê Sibata 2017ê bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De ya 686ê ji karê wan hatine avêtin. Herdu dersdêran 13ê Tebaxê li Meydana Bakirkoyê ya Stenbolê biryara jikarîavêtinê protesto kirine.
Polîsan ew desteser kirine. Yek ji destdêran, Nursel Tanriverdyê piştî desteserkirinê ji bianetê re gotibû ku dema desteserkirina wê de îşkence li wê hatiye kirin.
(AS/MB)