Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya Payîzê a AtolyeBİAyê diyar bû.
Bernameya Payîzê 17ê Îlonê bi “Atolyeya Nûçegîhanîya Bajarvanî û Jîngehê” dest pê dike. Piştî wê 1ê Çiriya Pêşiyê atolyeya “Nûçegîhanîya Darazê”, 15ê Çiriya Pêşiyê atolyeya “Zarok û Medya”yê û di 5ê Çiriya Paşiyê jî dê ji bo nûçegîhanan atolyeya “Rojnamegeriyê” çêbibe.
Atolyeyên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê\bianetê ji bo nûçegîhanên bê kar hatine hiştin, xwendekarên faqulteyên ragihandin û nûçegîhanîyê, sazîyên mafan û xwendekarên beşa radyo û televîzyonê vekirî ne.
Ji bo serîlêdanan dîroka dawî 10ê Îlonê ye.
Bedel: Ji bo xwendekaran 200TL, ji bo kesên din 400TL ye.
Atolyeyên Payîzê
17-26ê Îlonê - Atolyeya Nûçegîhanîya Bajarvanî û Jîngehê
Ev atolye mijarên weke despêk bo Nûçegîhanîyê , nûçegîhanîya jîngehê, mafên kêmendaman, rêvebirîyên cihî, xwendevan&nivîskarîya ekolojîk, lêkolîna nûçeyan, medyaya nû, nûçegîhanîya wêneyan û ewleyîya dîjîtal di xwe de dihewîne.
1-8ê Çiriya Pêşiyê- Atolyeya Nûçegîhanîya Darazê
Ev atolye mijarên weke termînolojî û qonaxên hiqûqî, maf, binpêkirina mafan, şopandina dozê, nûçenivîsîna li ser îddîanameyan û zebtan ên ku dikevin nav nûçegîhanîya darazê di xwe de dihewîne.
15-23yê Çiriya Pêşiyê- Atolyeya Zarok û Medyayê
Ev atolye mijarên nûçegîhanîya ku navenda wê zarok in, bikeyskirinên legal, peymannameyên navnetewî, medyaya hevalê zarokan&civaka sîvîl, temsîla zarokan di medyayê de, nûçegîhanîya ji bo zarokan, nûçegîhanîya dirûst û hatiye piştrastkirin, nûçegîhanîya wêneyan û ewleyîya dîjîtal di xwe de dihewîne.
5-14ê Çiriya Paşiyê– Ji Bo Nûçegîhanan Atolyeya Rojnamegeriyê
Ev atolye jî mijarên wek destêk bo rojnamegeriyê, kirina hevpeyvîn û qisedanan, Nûçegîhanîya vîdeo&mûltîmedyayê, vegotina çîrokên dîtbarî, medyaya nû, bikaranîna tirkî, nûçegîhanîya tendûristîyê û ewleyîya dîjîtal di xwe de dihewîne.
(HK/VU/FD)