Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet di 7-8 û 9ê Îlona 2018ê de wê Atolyeya Wênekêşiya Ji Bo Nûçeyan çêbike.
Wênekêşê ji bo nûçeyan û dokumantaran Ozcan Yurdalan wê dersê li atolyeyê bide.
Bianet bang li rojnamegeran li medyayên cida kar dikin, rojnamegerên bêkarmane hiştin û xwendekarên beşên rojnamegeriyê, yên radyo û sînemayê yên fakulteyên ragihandinê dike ku beşdarî atolyeyê bibin. Tenê 15 kes dikarin beşdarî atolyeyê bibin. Piştî atolye biqede wê sertifîka bidin beşdaran. Bihayê atolyeyê ji bo xwendekaran 200 TL, ji bo xebatkaran jî 400 TL ye.
Kesên ku dixwazin beşdarî li atolyeyê bikin divê forma serlêdanê dagre û ji navnîşana [email protected] re bişîne.
Serîledana ji bo beşdariyê wê heta 31ê Tebaxa 2018ê berdewam bike.
Mijar
Di atolyeyê de wê mijarên “Dîroka wênekêşiya nûçeyan”, “Krîterên etîkê û prensîbên etîkê yên di avakirina nûçeyên dîtbarî de”, “Girîngiya peywendê û jêrnivîs”, “Danasîna qonaxên fotoroportajan” û “Prensîbên hilbijartina mijaran” û çendên din bên nîqaşkirin.
Weke atolyeyên din ên bianetê wê di vê atolyeyê de jî beşdar nûçeyan çêbikin. (HK/FD)