Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Medyaya Nû ya ku Weqfa Ragihandinê ya IPS/bianet çêdike bi beşdariya beşdarên ji bajar û zanîngehên cuda hatine di roja duyem de dest pê kir. Ozcan Yûrdalanî di dersa Wênekêşiya nûçeyan de dîroka wênekêşiya nûçeyan, prensîbên esasî û krîterên etîk nirxand.
Yûrdalan: “Fotograf di nûçeyê de weke xemlê maye”
Di atolyeya ku 8ê Hezîranê dest pê kir de Ozcan Yûrdalanî got wiha got: “Li Tirkiyeyê ji roja ku çapemenî heye li gorî qiymeta xwe fotograf, fotoroportaj, fotoçîrok nehatin bikaranîn. Em heta îro bi qasî ku heq dike rastî vê mecraya nûçeyan nehatine. Nebûye yek ji mecrayên me yên ragihandinê. Tenê ya bûye xemla rûpelên rojnameyê, yan jî ji bo nûçeyê temam bike hatiye bikaranîn.”
“Nivîs û wêne sînerjiyê çêdikin”
Yûrdalan behsa dîroka wênekêşiya nûçeyan kir û mînak ji sedsalên beriya niha da û behsa guhertin û pêşketinên di vî warî de kir. Yûrdalan diyar kir ku bi derketina televizyonê re bal ji ser wênekêşiya nûçeyan çûye lê bi înternetê re ji nû ve ji dayik bûye.
Ozcan Yûrdalan kî ye?
Sala 1955ê li Edeneyê ji dayik bûye. Yek ji avakarên Komeleya Hunermendên Fotografan a Enqereyê ye (AFSAD). Heta sala 1980yan li hin rojname, kovar û Navenda Foto Film a DİSK-Sendîkaya Genel İşê kar kiriye. Di nava koma ku sala 1999ê atolyeyên fotografên zarokan û metodolojiya wê pêş xistiye de cî girtiye.
Sala 2000î di nava Weqfa Fotografan de, sala 2005ê di nava avakarên Ajansa Fotografan a Narê de cî girtiye. Xwediyê 8 pirtûkên geştyariyê, pirtûkeke ceribandinên ya geştyariyê, pirtûkeke metedolojiya fotografan û fotografên dokunamter û pirtûkeke tecrubeyên wênekêşên ku pêvajoya “serhildana geziyê” şopandine ye. (EU/HK/FD)