Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet bengî rojnamegerên li medyayê kar dikin, rojnamegerên bêkar hatîn hiştin, xwedekarên beşa ragihandinê, xwendekarên beşa radyo û televizyongerîyê bila serî li atolyeya me bidi. Atolye dê di 7-14ê Hezîranê de bê dayin.
Atolye dê ji bilî Yekşemê her roj li AtolyeBIAyê li Stenbolê di sietên 09.30-17.30ê de bê dayin. Mijarên atolyeyê ev in:
“Rojnamegerî, nêrîna li nûçegihaniyê, nûçegihaniya zayendparêz, nûçegihaniya aştîxwaz, ji bo rojnamegeriyê medyayên nû, alavên dîjîtal ên rojnamegeriyê, parastina dîjîtal, wênegiriya nûçegihaniyê.”
Ew kesên ku dixwazin beşdarî atolyeyê bibin divê ji bo navnîşana enamegeha [email protected] e-nameyeka bi sernivîsa “Gazeteciler için Yeni Medya Atölyesi” bi zimanê tirkî binivîsin.
Dema serîlêdanê dê 26ê Gulanê siet 17.00ê biqede.
(EU/OS/MB)
*Ji bo wan kesên ji derveyî Stenbolê dê bên atolyeyê mesrefa hatin-çûyin, xwarin û cihê mayinê SIDA( Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Swêdê) dê bide.
Ji bo dagirtina formê li hevoka li jêr bitikîne.