Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Perwerdeya Bilind(YOK) biryar da ku li Tirkiyeyê beşên Dersdêriya Zimanê Fransî û Ziman û Edebiyata Fransî dê xwendekarên nû negire.
Li malpera YOKê hat diyarkirin ku li Fransayê beşa lîsansa Ziman û Edebiyata Tirkî an jî Tirkolojiyê nîne. Li Tirkiyeyê li 19 cihan beşa Derdêriya Fransî/Ziman û Edebiyata Fransî hene.
Li gor daxuyaniya YOKê xwendekarên li wan beşan dixwînin dê xwendina xwe bidomînin.
Bila bi referansên dînî nekujin...
Li Fransayê 250 kesên di nav wan de zanayên dînî, sîyasetvan, hûnermend û entellektûelên navdar hene xwestine otorîteyên dînî çawa ku gotinên antîsemîtîst ên li Incilê rakirine, ji bo ti kes bi referansên dînî ti kesan nekujin divê ji otorîteyên dînî beşên Quranê yên ji bo kuştina Cihû, Fileh û bêdînan bang dike bêne rakirin.
(BK/MB)