Ji bo nûçeya Tirkî bitikînin
Hin dersdarên Zanîngeha Stenbolê û xwendekarên wê zanîngehê li dijî dabeşkirina zanîngeha xwe ne. Dersdaran ji bo diyarkirina nerazîbûna xwe li meydana zanîngehê ders da xwendekaran.
Derdara beşa ragihandinê Esra Ercanê û derdarê Fakûlteya Tibê ya Cerrah Paşayî, Prof. Dr. Tamer Demiralpî ders dan.
Xwendekar û dersdaran dan zanîn ku dema di heqê zanîngeha wan de biryar tê dayin ji wan pirs nayê kirin.
Çi bûbû?
Li Tirkiyeyê 13 zanîngeh dê bêne dabeşkirin û heft zanîgehên nû dê bêne avakirin, Lijneya Giştî ya Meclîsê dabeşkirina zanîngehan û avakirina zanîngehên nû qebûl kiriye.
Şeş xalên qanûna nû di 2yê Gulanê de hatiye qebûlkirin, qanûn ji 23 xalan pêk tê. Ji bo 17 xalên nû bêne qebûlkirin dengên pêwîst nehatine dayin li ser vê yekê seroka meclîsê biryar daye 8ê Gulanê ji bo qebûlkirina qanûnê dîsa civîn dê bê kirin.
Bixwîne - Nexşeya akademisyenên ku ji kar hatine avêtin
Zanîngehên ku dê bêne dabeşkirin: Zanîngeha Hacı Bayram Veliyî, Zanîngeha Stenbolê, Zanîngeha Turgut Ozalî ya Meletîyê, Zanîngeha Trabzonê, Zanîngeha Teknîkî ya Konyayê, Zanîngeha Zanistên Saxlemiyê ya Kutahyayê, Zanîngeha Zanistên Pratîkkirinê, Zanîngeha Qeyserîyê, Zanîngeha Tarsûsê, Zanîngeha Îstîklalê, Zanîngeha Teknîkî ya Eskîşehirê, Zanîngeha Ispartayê, Zanîngeha Zanistên Saxlemiyê ya Afyonkarahisarê.
(TP/MB)