Komeleya Lekolînên Kurdî ji bo serdema biharê dest bi dersên Kurdî dike. Programa qursê wê 19yê Sibatê dest pê bike ku ders wê bi zaravayê Kurmancî û Kirmanckî bên dayin. Di vê serdemê de bi Kurmancî astên 1, 2, 3, û 4ê û bi Kirmanckî jî astên 1 û 2yê wê hebin.
Dersên di nava hefteyê de wê 4 saetan, şemî û yekşemê jî wê 3 saetan berdewam bikin.
Kesên ku bixwazin beşdarê qursan bibin divê heta 16yê Sibatê serî li Komeleya Lêkolînên Kurdî bidin. Herweha ji bo kesên ku dixwazin qeyda xwe li ser înternetê çêbikin jî Komeleyê formek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiriye.
Li Komeleya Lêkolînên Kurdî waneyên serdema bihara 2018'an dest pê dikin. Hûn dikarin li ser vê formê pêş qeydiya xwe çêkin. Roja dawîn 16ê Sibatê ye. Jê nemînin!https://t.co/cpYGFHyn9H
— Enstîtuya Kurdî (@EnstituyaKurdi) 15 Ocak 2018
Derbarê Komeleya Lêkolînên Kurdî de
Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber Rewşa Awarte di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2016yê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin dilxwaz û xebatkarên Enstîtuyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ava kirin. Komele armanca dike ku li ser çand, huner û zimanê Kurdî xebatên zanistî û lêkolînî bike û her wiha ji bo pêşketina zimanê kurdî di atolyeyan li dar bixe. (FD)