Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Sala Akademiyê ya 2017-2018yê vê hefteyê dest pê kir.
Ji 5 hezar û 717 akademisyenên ku ji kar hatine avêtin tenê 140 ji wan vegeriyane ser karên xwe.
Di çarçoveya Rewşa Awarte de ji 1ê Îlona 2016yê heta 25ê Tebaxa 2017yê 9 Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin derxistin ku bi wan re akademisyen ji kar hatin derxistin. 140 navên ku bi van KHKyan ji kar hatin derxistin, bi KHKyeke din re vegeriyan ser karê xwe.
Di vê demê de ji 117 zanîngehan bi temamî 5 hezar û 717 akademisyen ji kar hatin avêtin.
15 zanîngehên weqfan hatin girtin ku 2 hezar û 808 dersdêr li wan wezîfe dikirin.
Her wiha 208 karmend ji saziyên hindekariya bilind hatin dûrxistin.
Li gorî daneyên Saziya Hindekariya Bilind (YOK) di sala 2016yê de hejmara dersdêran 155 hezar û 256 bû. Li Tirkiyeyê 185 zanîngeh hene.
Bajar bi bajar ji kar derxistin
Li zanîngehên 81 bajaran akademisyen ji kar hatin derxistin. Bi 485 akademisyenan Stenbol di rêza yekem de bû. Li dû wê Enqere tê ku 469 akademisyen ji kar hatine dûrxistin.
Di nava zanîngehan de di rêza yekem de Zanîngeha Suleyman Demîrel cî digire ku 20 akademisyen ji kar hatine dûrxistin. Li dû wê Zanîngeha Gaziyê te ku 226 akademisyen li vir ji kar hatine dûrxistin. (BK/FD)