Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Wezareta Dadê bersiv da pirsên Gamze Akkuş Îlgezdî Parlamentera Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Stenbolê û endama Komisyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoyê yên derbarê “Xwendikarên Girtî” de û aşkere kir ku 69 hezar û 301 xwendekarên girtî di girtîgehan de di wergirtina mafê xwendinê de berdewam in.
36 hezar û 33 ji wan di dibistanên weke lîse, pêşlîsans û lîsansê de dixwînin û 33 hezar û 268 heb jî di bernameyên zanîngehê yên bi navê açıköğretimê de dewam dikin.
Li gorî daneyên Wezaretê di Gulana 2013yê de li girtîgehên Tirkiiyeyê 2 hezar û 776 xwendekarên girtî hebûn. Di dawiya sala 2016yê de ev hejmar 25 caran zêdetir bûye.
Îlgezdî Parlamentera CHPyê destnîşan kir ku di dîroka Tirkiyeyê de hejmara herî zêde ya xwendekarên girtî di dema vê desthilatdariyê de derketiye holê û wiha got; “Divê astengên li pêş mafên xwendinê yên xwendekarên girtî bên rakirin, divê derfet ji bo wan bên çêkirin ku karibin perwerdeya bê pere û bê şert û merc bibînin”. (YY/FD)