Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Egitim-Senê(Sendîkaya Perwerdeyê) eşkere kir ku li Rûhayê 367, li Amedê 264 û li Dîlokê 51 endamên wan hatine *sûrgûnkirin.
Sendîkayê da zanîn demek kêm ji bo destpêkirina dewra perwerdeyê maye û “ji ber kiriyarên ji bo sendîkayê sûrgûnkirina endamên me sûc e.”
Sendîkaya Perwerdeyê bi daxuyaniyekê diyar kir:
“Divê em bidin zanîn ku dema dewlet biryaran didin mecbûr in li gor pîvanên hiqûqê tevbigerin. Lê Tiştên li Tirkiyeyê dibin nîşan dide ka çawa birêvebirî hiqûqê qetil dike.”(BK/MB)
*Sûrgûnkirin: Bi zorê guhertina cihê jiyanê an jî karkirinê.