Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji sala 2014ê ve serokê Lijneya Perwerdeya Bilind(YOK) Yekta Saraç bû. Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan ji bo serokatiya YOKê dîsa Yekta Saraç hilbijart.
Cara yekê ye ku du caran li ser hev heman kes wek serokê YOKê tê hilbijartin.
Ji destpêka avakirina YOKê ve hemî serokên YOKê mêr in. Ti caran jin ji bo serokatiya YOKê nehatine hilbijartin.
Yekta Saraç kî ye?
Yekta Saraç di sala 1963yê de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî di sala 1985ê de li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Tirkî qedand.
Di sala 1991ê de ew bû Dr.
Ji sala 2005ê ve ew yek ji endamên YOKê ye. Heşt kitêbên wî hene.(BK/MB)