Ji bo nûçaye Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Perwerdeyê(YOK) hevpeymana karkirinê ya Ass. Prof. Dr. Noémi Levy-Aksuyê nû nekir.
Wê eşkere kir ku ji ber ew yek ji Akademîsyenên Aştîxwaz e, karê wê hatiye betalkirin.
Noémi Levy-Aksuyê ji bianetê re eşkere kir ku di Kanûna Pêşiyê de, hevpeymana wê ya ji bo salekê hatiye nûkirin.
Di 22yê Sibatê de jî YOKê bi nivîsekê ji Zanîngeha Bogazîçîyê re eşkere kiriye ku hevpeymana Ass. Prof. Dr. Noémi Levy-Aksuyê hatiye betalkirin.
Noémi Levy-Aksuyê eşkere kir ku ji ber ew yek ji Akademîsyenên Aştîxwaz e û wê îmze avêtiye danezana “em ê nebin şirîkên vî sûcî” ew ji karî hatiye derêxistin.
Wê got:
“Li gelek deran bi awayekê neheqane xelk ji karên wan têne avêtin ya min jî pêlek ji wan pêlan e.”
Ass. Prof. Dr. Noémi Levy-Aksu li Londonê ye û wê ev biryar ji wê derê bihîstiye. Wê got ew ê ji bo têkoşînê vegere Tirkiyeyê. (BK/MB)