Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Cihgirê serokwezîrî, Nûrettîn Canîklîyî eşkere kir ku lîsteya akademîsyenên jikarîhatînavêtin dê ji bo Lijneya Xwendina Bilind(YOK) bê şandin û xeletî dê bêne serastkirin.
Li gor nûçeya Nuray Babacanê ku li Huriyetê belav bûye endamên Lijneya Birêvebir a AKPyê li ser jikarîavêtina 330 akademîsyenan axivîne.
Endamên lijneyê ji cihgirê serokwezîrî, Nûrettîn Canîklîyî pirsîne ka kê ew lîste amade kiriye.
Canîklîyî eşkere kiriye ku lîste dê ji YOKê re bê şandin û bê serastkirin.
Çi bûbû?
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 686. ji 48 zanîngehan 330 akademîsyen ji karî hatine avêtin.
Herî zêde akademîsyenên ji Zanîngeha Enqereyê(78) ji Zanîngeha Anadolûyê û ji Zanîngeha Marmarayê(23) hatine avêtin.
Heta niho 5 biryarname hatine weşandin. Bi biryarnameyan 4811 akademîsyen ji karî hatine avêtin.(BK/MB)