Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Akademîsyena ku li Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê ders dida, Prof. Dr. Mîne Gencel Bekê dest ji karê xwe berda.
Bekê li ser medyaya civakî nivîsî ku piştî Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de wê fikiriye dest ji karê xwe berde.
Prof. Dr. Mîne Gencel Bek jî yek ji akademîsyenên aştîxwaz e ku Danezana Aştiyê îmze kiribû.
Doç. Dr. Levent Ûnsaldiyî jî hefteya borî eşkere kiribû ku wî dest ji karê xwe berdaye.
Di Halê Awarte de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de ji 108 zanîngehan 4 hezar û 481 akademîsyen ji karê wan hatine avêtin.
Ji Zanîngeha Enqereyê 45 akademîsyen ji karî hatine avêtin, 16 ji wan akademîsyenan Danezana aştiyê îmze kiribû. (BK/MB)