Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî, di 30ê Kanûna Paşiyê de karkirina gelek komeleyan sekinand yek ji wan komeleyan jî Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ye.
Di sala 1992yê de, Musa Anter, Feqî Hüseyin Sağnıç, İsmail Beşikçi, Abdurrahman Dürre, İbrahim Gürbüz, Cemşîd Bender, Süleyman İnanoğlu û Yaşar Kaya ji bo lêkolînên li ser Zimanê Kurdî enstîtû ava kiribû.
Wezareta Karên Navxweyî bi Qanûna Halên Awarte ya 11. karkirina 94 komeleyan sekinandibû.
Polîsan serê sibeyê deriyê komeleyê girtiye.
Çi bûbû?
Wezareta Navxweyî, di 30ê Kanûna Paşiyê de daye zanîn ku “ji bo parastina ewlehî, asayîş û rêkûpêkiya civakê, li 20 bajaran [komeleyên] ji ewlehiya neteweyî re tehdîd in” hatine girtin.
Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê
Ji 18ê Nîsana 1992yê ve wek komeleyekê karên lêkolînên li ser Zimanê Kurdî dike.
Du ferhengên Kurdî-Tirkî û Tirkî Kurdî, Kovara bi navê Zend û gelek xebatên ji bo Zimanê Kurdî bi rê ve dibir. (EA/MB)