Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Amedê 4 hezar û 350 dersdar(mamoste) ji karê wan hatine dûrxistin, serokê berpirsiyariya IHDyê yê Amedê û dersdar Racî Bîlîcî jî yek ji wan dersdaran e. Wî got: ''Em dixwazin hikûmet mafê me li me vegerîne û lêborînê ji me bixwaze.''
Îro teblîxat ji Bîlîcîyî re çû, wî ji bianetê re got li ser teblîxatê ti sebeb nehatine eşkerekirin.
Li ser teblîxata Racî Bîlîcîyî hatiye nivîsîn ku ''ew li dijî xalên 6,7,8 û 10ê yên Qanûna Karmendên Dewletê ya 657ê tevgeriyaye''
Li van qanûnan hatiye nivîsîn ku divê karmendên dewletê bi Qanûna Bingehîn ve girêdayî bin û navê dewletê kirêt nekin.
Li diyarbekirê(Amed) 4 hezar û 350 dersdar ji karî hatine bidûrxistin
Racî Bîlîcî yek ji endamên Egîtîm Senê(Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê) ye. Bîlîcî digel dersdarên dî yên ji karê xwe hatînbidûrxistin ji roja hatîn bidûrxistin ve li Egîtîm Senê dirûnin.
Racî bîlîcîyî diyar kir ku da ev biryar ji mercîyetê bê rakirin ew ê serî li dozgeriyê bidin.
Bîlîcîyî diyar kir ku bi tenê li Diyarbekirê(Amed) 4 hezar û 350 dersdar ji karî hatine bidûrxistin.
''Dibistan vale ne, xwendekar matmayî ne''
Bîlîcîyî diyar kir xwendekar û malbata wan nerazî ne.
''Dibistan vale ne. Dema perwerdeyê dest pê nekir. ew sîyasetmedarên dibêjin ''teror nahêle perwerde bê kirin'' ji perwerdeyê re bûn asteng.
''Civak dê ji aliyê aborî ve têk biçe''
Bi vê kiriyarê perwerde dê li herêmê bikeve biniya binî.
''Hemî kesan li gor cihên lê dijîn ji xwe re jiyanek çêkiriye. Yên ji xwe re mal kirî hene, yên xanî kirê kirîn hene.''
''Aştiya Civakî dê birîndar bibe''
Bîlîcîyî diyar kir bi hezaran kes bi awayê keyfane û bi hestên tolhildanê ji karê wan hatine bidûrxistin û got:
''Desthilatdariya ku dibêje ew li dijî derbeyê ye, di hişmendiya derbekeran de ye. Tiştê ku li me hatiye kirin ev bi xwe ye. Em dikarin welê bibêjin ku ev bûyer tepeserkirina çepgir, sosyalîst û demokratan e.'' (AS/MB)