Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wêne: Beyza Kural
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, serokatiya Zanîngeha Stenbolê piştî hewildana derbekirinê biryar da 95 akademîsyenan ji karê wan bi dûr bixe.
Zanîngeha Recep Tayyîp Erdoganî jî daxuyandibû ku 9 akademîsyen û 2 birêvebir bi tometa ew endamên ‘’FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethillahperest)’’ ji karê wan hatine bi dûr xistin.
YOKê xwestibû
Lijneya Perwerdeya Bilind(YOK), xwest serokên hemî fakulteyên, hemî zanîngehên Tirkiyeyê dest ji karê xwe berdin. Li ser vê yekê 195 serokên fakûlteyên 15 zanîngehan îro dest ji karê xwe berdane. (YY/MB)