Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Xwendina Bilind, YOKê da zanîn ku lijneyê serokên zanîngehên Gazî, Dîcle, Yildiz Teknîk û Yalovayê ji karî bi dûr xistine.
YOKê bi daxuyaniyekê daye zanîn ku ji bo ‘’silametiya’’ hin lêpirsînên tên kirin ew serokên zanîngehan ji karê wan hatine dûrxistin.
Prof. Dr. Süleyman Büyükberber serokê Zanîngeha Gazîyê bû, Prof. Dr. Ayşegül Jale Saraç seroka Zanîngeha Dîcleyê bû, Prof. Dr. İsmail Yüksek, serokê Zanîngeha Yildiz Teknîkê bû, Prof. Dr. M. Niyazi Eruslu jî serokê Zanîngeha Yalovayê bû.
(BK/MB)