Ji bo nûçeya Tirkî
Rektorê Zanîngeha Bilgiyê Prof. Mehmet Duman ji karê xwe îstîfa kir.
Prof. Mehmet Dumanî wê karê xwe yê akademîsyentiyê li zanîngehê bidomîne û di cihê wî de jî Prof. Dr. Remzi Senver bi demkî bibe rektorê zanîngehê.
Derbarê îstîfaya Prof. Mehmet Dumanli de daxuyaniya ku ji hêla Heyeta Muteveliyê ve hat dayîn de wiha hat gotin:
‘Mamosteyê me Prof Dr. Mehmet Dumanli daxwaznameya îstîfakirina ji karê xwe pêşkêşî heyeta me kir û daxwaza wî ji hêla heyetê ve hat qebûlkirin. Heyeta me dixwaze ragihîne ku girtina wê biryarê gelek zehmet e û Mehmet Duman ji hêla kesayeta xwe ve gelek bêqisûr e û her tim bi berpisyarî li karê xwe xwedî derketiye. Memoste Dumanî qebûlkiriye ku li zanîngehê bimîne û xebartên xwe weke akademîsyen bidomîne. Em ji bo vê yekê spas dikin ji wî re.’
‘Ji 1ê Tîrmehê şûnde Prof. Dr. Remzi Sanyer ku wî jî berê li zanîngeha me rektoriyê kiribû, heta bijartina rektoreke nû dê wezîfeya Dumanî bigre ser xwe.’
Çi bûbû?
Prof. Dr. Zeynep Sayin Balikçioglu bi îdiayên di dersên xwe de li xwendekarên xwe xwendina Încîlê pêşniyar kiriye û heqaretê li serokomarî kiriye ji hêla rojnameya Sabahê ve hedef hatibû nîşandan.
Li ser wê yekê Rektoriya Zanîgeha Bilgiyê bi daxuyaniyeke nivîskî daxuyandibû ku Balikçiogluyê ji kar hatiye derxistin.
Komeke akademisyenên ji Zanîngeha Bilgiyê derbarê wê mijarê de bi daxuyaniyeke nivîskî wê biryara rektoriyê şermezar kiribûn.
Prof. Dr. Christoph K. Neumann ku ew jî li wê zanîngehê akademîsyen bû, ji ber ku Balikçioglu ji kar hat avêtin bo şermezarkirinê wî jî ji karê xwe îstîfa kiribû.
Di merasîmê mezûnan ya Zanîngeha Bilgiyê ku di 24ê Hezîranê de hat lidarxistin de xwendekaran dema Dumanli axavtina xwe dikir pişta xwe li zivîrîn û wî şermezar kiribûn.
(EKN/YO)