Ji bo nûçeya Tirkî/ Ingilîzî bitikîne
Zanîngeha Bîlgîyê, dersdêra zanîngehê, Prof. Dr. Zeynep Sayin Blikçioglû ji karê wê yê li zanîngehê derêxist, Prof. Dr. Christoph K. Neumann ji bo nîşandana nerazîbûna ji vê yekê dest ji karê xwe berda.
Prof. Dr. Zeynep Sayin Blikçioglû bi hêceta wê heqaret li serokkomarî kiriye ji karê wê hatibû derêxistin.
Yek ji xwendekarên zanîngehê giliya dersdêra bi navê Prof. Dr. Zeynep Sayin Blikçioglû kiribû û dîyar kiribû wê heqaret li serokkomarî kiriye.
Dersa azadiya akademîk
Prof. Dr. Christoph K. Neumannî bi nameya ji serokê zanîngehê re nivîsî nîşan daye ka azadiya akademîyan divê çawa be.
Neumannî nivîsîye:
‘’ Zeyneba dersdêr bi hizrên xwe yên di dersan de îfade kirî bêyî pirs û lêpirsîn ji karê wê hatiye derêxistin, ev kiriyar û azadiya akademîyan li hev nayên’’
‘’ ...We Bîlgî ji qalibên zanîngehbûnê derêxist û bi vê yekê Zanîngeha Bîlgîyê êdî nîne.’’
(HK/MB)