Prof. Dr. Zeynep Balikçioglu ji ber ku di dersê de hin pirtûkan pêşniyarî xwendekarên xwe kirine û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî rexne kiriye; ewil ji hêla rojnameya Sabahê ve hat hedefgirtin û paşê jî rêveberiya zanîngehê wê ji kar derxist.
Rojnameya Sabahê wê hedef girtibû
Di rojnameya Sabahê de nûçeyên weke Prof. Dr. Zeynep Balikçioglu di dersên xwe de xwendina Tewrat û Zebûrê pêşnîyarî xwendekaran dike, heqaret li tirkbûyînî û li Serokomar Erdogan dike, hat belavkirin û bi wî awayî Balikçiogluyê hedef nîşan da.
Daxuyaniya zanîngehê
Rêveberiya Zanîngeha Bilgiyê derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got:
‘Derbarê Prof. Dr. Zeynep Balikçiogluyê ku di dersan de heqaret li serokomarî kiriye de, em dixwazin ku agahiyan bi raya giştî re parve bikin.’
‘Prof. Dr Balikçioglu di serdema biharê ya 2016an de bi Fakulteya me ya Ragihandinê re peyman daniye ku hin dersan bide. Agahiyên derbarê kirinên wê gihştiye rêveberiya me û li ser wê yekê karê wê ji kar hatiye derxistin. Ji vir şûn de tu eleqeya wê bi zanîngeha me re nîne.’
Piştî Balikçioglu ji hêla rêveberiya zanîngehê ve ji kar hate derxistin, gelek kes di medyaya civakî de nerazîbûna xwe anî ziman û zanîngehê şermezar kirin.
Balikçioglu kî ye?
Di sala 1961an de li Stenbolê ji dayîk bûye. Li Stenbol û Salzburgê beşên filolojî, dîroka hunerê û felsefeyê xwend û piştre li Zanîngeha Stenbolê bû profesor.
Li zanîngehên Bilgi, Işik, Marmara, Okan û Artukluyê xebitî ye.
Di amadekariya Kovara Defterê ku ji hêla Weşanên Metisê ve dihat derxistin de, cih girt. Pirtûkên wê: Pornografiya Îmgeyê, Mithat Beg û Nivîsa li Eniyê , Noli me Tangere, Nebaşî Takekesî û Postmedernîzim.
(EA/YO)