Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
2yem Dadweriya Silh û Cezayî ya Balikesîrê malpera Rûdawê asteng kiriye. Dadweriyê biryar di 6ê Çiriya Pêşiyê de daye.
Malper piştî astengkirinê bi biryara dadgehê vedibe ku Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê (BTK) xwestiye ev biryar pêk were. Free Web Turkeyê biryara astengkirinê aşkerekiriye ku çavdêriyê li qedexeyên derbarê înternetê yên li Tirkiyeyê dike û wan weke rapor amade dike.
.@RudawTurkce web sitesi Balıkesir 2. Sulh Ceza Hakimliği'nin 6 Ekim tarihli 2020/2706 D.İş sayılı kararına istinaden Bilgi Teknolojileri ve İletişim Kurumu tarafından erişime engellendi. pic.twitter.com/7SnQeExAmd
— Free Web Turkey (@FreeWebTurkey) October 6, 2020
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, ji bo yasaya medyaya civakî ya di 1ê Çiriya Pêşiyê de ketibû meriyete daxuyaniyek weşadnibû û gotibû, li Tirkiyeyê di sê mehên dawiyê de 347 malper hatine sansurkirin û astengkirin.
Li gorî rapora Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê ya bi navê “EngelliWeb 2019” (Weba astengkirî), di sala 2019an de li Tirkiyeyê 5 hezar û 599 nûçe hatine astengkirin. Her weha di heman salê de 61 hezar û 49 malper hatine astengkirin. Heta dawiya sala 2019an li ser hev 408 hezar û 494 malper hatine astengkirin. (HA/FD)