Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cezaya rawestandina weşanê ya ku Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) bi maweya 5 rojan dabû Halk TVyê di saetên şeve de destpêkiriye. RTUKê biryara cezayê di 25ê Îlona 2020an de ji kanalê re şandiye û piştre weşana Halk TVyê heta Şemiya 3ê Çiriya Pêşiya 2020an hatiye rawestandin.
Halk TVyê duh bi weşaneke taybet xatir ji temaşevanên xwe xwestiye û bikarhênerên medya civakî piştgirî dane kanalê.
Pêş ku cezaya Halk TVyê were pêkanîn Meral Akşener, Seroka Giştî a ÎYÎ Partiyê, Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê CHPê, Temel Karamollaoglû, Serokê Giştî ê Partîya Saadetê, Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî ê HDPê, Gultekîn Uysal, Serokê Giştî ê Partiya Demokrat û Erkan Baş, Serokê Giştî ê TÎPê bi telefonê beşdarî weşana zindî ya kanalê bûne û peyama piştgiriyê dane.
Halk TV di 3ê Çiriya Pêşiyê de wê dîsan dest bi weşanê bike.(AY/FD)