Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Daîreya Cezê ya 3em a Dadgeha Edlîyê a Herêma Stenbolê cezayê ku ji ber nobedariya weşana rojnameya Ozgur Gundemê li 7 rojnamegeran hatibû birîn pesend kiriye. Her weha dadgehê biryara serbest mayînê ya ku ji bo 4 rojnamegeran hatibû dayîn jî pesend kiriye. Rojname di 29ê Çiriya Pêşiyê a 2016an de di encama ragihandina Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin.
Di 3ê Nîsana 2019an de 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi sûcê “propagandaya rêxistina terorê kirine” sal û 3 meh cezaya girtinê dabû rojnameger Ertûgrûl Mavîoglû, Fehîm İşik, Celal Başlangiç, İhsan Çaralan, Oncu Akgul û Celalettîn Canî. 3 sal û 9 meh jî cezaya girtinê dabû Hüseyin Aykol, hevderhênerê weşana giştî ê rojnameyê.
Dadgehê derbarê Omer Agin, Veysel Kemer, Mehmet Şîrîn Taşdemîr û Yuksel Oguz de di sûcên “pesindana sûc û sûcdaran” û “tehrîkkirina ji bo sûckirinê” de biryara beraet kirina wan dabû.
Her weha Dadgeha Îstinafê, cezaya ku li Ertûgrûl Mavîoglû, Fehîm İşik, Celal Başlangiç, İhsan Çaralan, Oncu Akgul, Celalettîn Can û Hüseyin Aykolî hatibû birîn, pesend kiriye.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin.
Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan.(EKN/AY/FD)