Fotograf: PEN International
Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
PENa Ingilistanê rojnameger Nedim Turfent kiriye endamê xwe yê rûmetê. Bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Turfentî hatibû birîn û Turfent hezar û 589 roj in di girtîgehê de ye.
PENa Ingilistanê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Turfent edîtorê nûçeyan, nûçegihan û helbestvan e û wiha dewam kiriye: “Yek ji wan nivîskaran e ku niha li Tirkiyeyê girtî ye.”
Her weha hatiye gotin ku bi tohmetên terorê yên derew cezayê girtîgehê dane Turfentî. Maureen Freely, Seroka Heyeta Rêveber a PENa Ingilistanê bi van gotinan behsa Nedim Turfentî û rewşa tê de ye kiriye:
“Endamtiya PENa Ingilistanê di wê wateyê de ye ku hebûna tevgereke kurewî ya hevgirtî ya di baweriya azadiya xwendin û azadiya nivîsandinê de ne. Ji ber ku Nedim di nava endamên me de ye em birûmet û şanaz in û heta ew van azadiyan bi temamî bi dest bixe em ê li ba wî bin.”
Turfent: Di vê hucreya min de wê bibe pencereyeke nû
Nedim Turfentî jî ji girtîgehê nameyek şandiye û tê de wiha gotiye:
“Bi rastî jî rûmete mezin e ji bo min ku ez weke Endamê Rûmetê yê PENa Ingilistanê hatime hilbijartin. Ev şanazî di vê hicreya min a girtîgehê a westîner û qehirîn de wê pencereyeke nû veke. Weke ku ez dema pirtûkên xwe deynim ser hev û li ser wan bisekinim, ez ê bikaribim ji vê pencereye li derve binêrim û ji van tiştên ku niha dibinim ez ê tiştên bêhtir bibinim.” (HA/FD)