Fotograf: Odatv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Odatvyê, nûçegihan Hulya Kilinç û nivîskarê rojnameya Yeniçagê Murat Agirel, piştî ku duh dadgehê di doza MÎTê de biryara tehliyekirina wan dabû, derengê şevê ji girtîgehê derketin.
Rojnameger nûçeyek derbarê binaxkirina endamekê MÎTê, yê li Libyayê hatibû kuştin weşandibûn û piştî wê doz li wan hatibû vekirin.
Li gorî nûçeya Odavtyê weşandiye, Pehlivan li ber deriye girtîgehê wiha axiviye:
“Di vê dozê de sûc nebû, sûcdar nebû. Armanc ew bû ku hemû jiyana me ya rojnamegeriyê ceza bikin. Bila ti kes biguman nebe, çawa heta niha me ji bo siberojeke adil dinivîsand em ê di vê de berdewam bikin.”
Biryara azadkirina wan duh derketibû
Dadgehê duh biryar dabû ku Aydin Keser, Bariş Pehlivan, Bariş Terkoglû, Eren Ekinci, Hulya Kilinç, Ferhat Çelik û Mûrat Agirel ji ber sûcê “Aşkerekirina Zanyariyên Derbarê Fêde û Ewlehiya Dewletê de (Qanûna Cezayan a Tirkan Xala 329ê)” beraet bikin.
Dîsa dadgehê biryar dabû ku Bariş Terkoglû û Eren Ekincî ji ber sûcê Aşkerekirina Dokuman û Zanyariyên Derbarê Xebatên Îstixbaratê de (Xala 27/3 ya Qanûna MÎTê) beraet bikin.
Biryara tedbîrê ya kontrola edlî ya ji bo Bariş Terkogluyî hatibû rakirin.
Bi tohmeta ku Qanûna MÎTê binpê kirine 4 sal 8 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li Aydin Keser, Ferhat Çelîk û Mûrat Agirelî, 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê jî li Bariş Pehlivan û Hulya Kilinçê birîbû.
Heyeta dadgeha dema ku girtî mane nirxandibû û ev dem ji cezayê ku li wan hatiye birîn daxistibû.
Li gorî vê encamê heyete biryar dabû ku Bariş Pehlivan, Hulya Kilinç û Mûrat Agirel bi şertê kontrola adlî û bi biryara qedexeya derketina derve werin tehliyekirin.
Her weha biryara kontrola edlî ya ji bo Aydin Keser û Ferhat Çelîkî rakiribû.
Dosyeya Erk Acarerî hatibû cidakirin ku li derveyî Tirkiyeyê ye. (EKN/FD)