Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnamegerên ku ji ber nûçeya merasîma binaxkirina karmendekî Rêxistina Îstixbaratê ya Netewî (MÎT) yê li Libyayê miribû, doz li wan hatiye vekirin, cara duyem e ku derketin pêşkerî dadgehê.
Dadgehê biryar da ku Aydin Keser, Bariş Pehlivan, Bariş Terkoglû, Eren Ekinci, Hulya Kilinç, Ferhat Çelik û Mûrat Agirel ji ber sûcê “Aşkerekirina Zanyariyên Derbarê Fêde û Ewlehiya Dewletê de (Qanûna Cezayan a Tirkan Xala 329ê)” beraet bikin.
Li gor heman biryarê Bariş Terkoglû û Eren Ekincî ji ber sûcê Aşkerekirina Dokuman û Zanyariyên Derbarê Xebatên Îstixbaratê (Xala 27/3 ya Qanûna MÎTê) beraet bikin.
Biryara tedbîrê ya kontrola edlî ya ji bo Bariş Terkogluyî hate rakirin.
Bi tohmeta ku Qanûna MÎTê binpê kirine 4 sal 8 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li Aydin Keser, Ferhat Çelîk û Mûrat Agirelî, 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê jî li Bariş Pehlivan û Hulya Kilinçê birî.
Heyeta dadgeha dema ku girtî mane nirxand û ev dem ji cezayê ku li wan hatiye birîn xist.
Li gorî vê encamê heyete biryar da ku Bariş Pehlivan, Hulya Kilinç û Mûrat Agirel bi şertê kontrola adlî û bi biryara qedexeya derketina derve werin tehliyekirin.
Her weha biryara kontrola edlî ya ji bo Aydin Keser û Ferhat Çelîkî rakir.
Dosyeya Erk Acarerî hate cidakirin ku li derveyî Tirkiyeyê ye.
Rojnameger, nûnerên rêxistinên rojnamegeran û parlamenter beriya danişînê li ber avahiya edliyeyê hatin ba hev û ji bo rojnamegerên girtî daxwaza dadê kirin.
Piştî daxuyaniyê girse hate ber salona ku wê dadgehkirin lê pêk were û demeke dirêj li vir sekini. Deriyê salonê saet di 11.00ê de vebû lê ji ber tedbîrên koronayê kêm kes xistin hundir.
Rojnameger, parêzer û parlamenter û karmendên ewlekariyê li ber deriye salonê nîqaş kirin.
Dadgehkirina ku diviya saet di 10.30 deqîqeyan de dest pê bikira, ji ber heyet dereng hat di saet 11.45 deqîqeyan de dest pê kir.
Dozgerê dozê duh nêrîna xwe aşkere kiribû û xwestibû ku heta 19 sala cezayê girtîgehê li rojnamegeran were birîn. Her weha xwestibû ku dosyeya Erk Acarerê li derveyî Tirkiyeyê ye were veqetandin.
Kilinç: Hûn bi çi awayî dixwînin bixwînin, ev nûçeya binaxkirinê ye
Bêyî ku nêrîna dozgerî bê xwendin dest bi parastinan hate kirin. Hulya Kilinç, nûçegihana Odatvyê wiha got: “Hû bi çi awayî nûçeyê dixwîn bixwînin hûn ê bibînin ku ev bi tenê nûçeya binaxkirinê ye. Min nizanîbû ku fotografên hatine weşandin ên endamê MÎTê ye. Ne mimkun ji xwe ez bizanibim. Heke kesên ku nizanibin ew endamê MÎTê ye nayên tohmetkirin, divê ez ê neyêm tohmetkirin.”
Pehlivan: Bila heyet bibe dengê rastiyê
Piştî Kilinçê Bariş Pehlivan axivî û got ku divê heyeta dadgehê di biryara xwe de nebe dengê tirşe lê bibe yê rastiyê. Di îdianameyê de hatiye gotin ku bi nûçeya cenazeyê endamê MÎTê re sûc hatiye kirin lê kuştina vî kesî pêşiyê Serokomar Recep Tayîp Erdogan, paşê Mixtar Cemail Merter, bi dehan bikarhênerên medyaya civakî, parlamenter Ûmît Ozdag û bi dehan malperan ev kes hatiye kuştin. Em ji van kesan hîn bûn.
Agirel: Tohmetên li ser min bêbingeh in
Mûrat Agirelî jî wiha xwe parast: “Gelekî zelal e ku tohmetên li ser min bêbingeh in. Ev doz ne doza aşkerekirina MÎTê ye lê veguhestiye ‘te çima şehît bibîr anî’.” Agirelî diyar kir ku yek ji mijarên herî girîng di dîroka mirovatiyê de edalet e û parastina xwe derbarê lêgerîna edaletê de kir.
Terkoglû: Ez ne ji bo xwe lê ji bo welatê xwe edaletê dixwazim
Bariş Terkoglû wiha axivî: “Doza ku îro em tên dadgehkirin dozeke kedîkirinê ye. Ji ber vê ev bêhukm e. Ez ne ji bo xwe lê ji bo welatê xwe, ji bo dadê tenê daxwazeke min heye; bira biryara we nebe weke vê lêpirsîn, îdianame, doz û vê nêrîna ku ji serî de sûc e. Bihêlin bila ev sûc bi ser wan kesên ku ev barûya ji kaxizê ava kirine de birûxe.”
Çelîk: “Ev nûçe ne sûcê îstixbaratê ye”
Piştî Terkoglûyî Ferhat Terkoglû axivî û wiha got: “Ev 7 meh in em hewl didin ispat bikin ku em ne sîxur lê rojnameger in. Weke me gelek carên din jî got, nabe hûn ji vê nûçeyê sûcekî istixbaratê derxin ne jî ji rojnameya Yeni Yaşamê xebateke sîxurtiyê derdikeve.”
Aydin Keser beşdarî dadgehkirinê nebû
Çavlirê bû ku piştî Çelîkî Aydin Keser xwe biparêze lê ji ber ku li cem kesekî bi nexweşiya Covid-19ê ketiye maye û di karantînayê de ye, Keser beşdarî dadgehkirine nebû.
Ekinci: Ez û mixtar weke hev in lê ew şahid ez bersûc im
Eren Ekinci bi rêya Sîstema Deng û Vîdeoyê (SEGBIS) beşdarî danişî bû û wiha got ku ji bilî Hulya Kilinçê yên din nas nake. Ekinci diyar kir ku ne bi armanca sûckirinê fotograf kişandiye: “Heke armanceke min a wisa hebuya min ê ne bi rêya Whatsappê lê bi hin rêyên din bişanda. Wê rojê em bi şaredar û parlamenterên me re beşdarî merasîmê bûn. Min li ber çavên herkesî fotograf kişand, min ne veşartî kişand. Ji ber karê min rojnameger ji min fotograf û vîdeoyan dixwazin. Ez jî dişinim, yên bixwazin bikar bînin dinirxînin. Ti têkiliyeke min bi Odatvyê re nîne. Ez û mixtar Cemalî Merter weke hev in, lê ew şahid ez bersûc im. Ez daxwaza beraeta xwe dikim.”
Piştî parastina Ekinciyî 45 deqîqeyan navber dane dadgehkirinê.
Dadgehkirin bi parastina parêzeran dewam dike. (HA/FD)