Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
27 sal di ser kuştina Ferhat Tepe, nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê re boriye. Tepe di 28ê Tîrmeha 1993yan de hatibû revandin û di 4ê Tebaxê de termê wî hatibû dîtin. Masîvanan terme wî li ber Gola Hazarê ya Elezîzê dîtibûn.
Ferhat Tepe, dema hate kuştin 19 salî bû. Ji ber ku ji bo dîtina failên wî ti gav nehatin avêtin, malbata Tepeyî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. Dadgehê di 8ê Glana 2003an de biryara xwe dabû. Dadgehê gotibû ku “Derbarê binpêkirina mafên jiyanê de lêpirsîneke bibandor û têr nehatiye meşandin” û “mafê serlêdana hiqûqa navxweyî ya bibandor hatiye binpêkirin” û xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatine binpêkirin. Li gorî vê biryarê DMMEyê 14 hezar û 500 Euro cezayê pereyan li Tirkiyeyê birû bû.
Di nûçeyeke ku 24ê Çiriya Paşiyê ya 2012an de li bianetê hatiye weşandin, Îshak Tepe, bavê Ferhat Tepeyî gotiye, kurê wî ji bo xwendina dersxaneyê hatiye Stenbolê, li vir rojnameya Gundem nas kiriye û piştî ezmûna zanîngehê dest bi nûçegîhaniyê kiriye. Tepeyî wiha birdewam kiriye: “Xort bû, dilxwaz bû. Wê demê li herêmê gund dihatin şewitandin, mirov dihatin revandin û kuştin. Herkes ditirsiya lê Ferhat netirsiya.”
Milyonek lîre pere ji min xwestin
Îshak Tepeyî diyar kiriye ku ew roj ji ber Ferhat Tepe neçûye malê wan telefonî gelek ciyan kiriye lê ti agahî bidest nexistine û tirsiyane: “Heman şevê li ber destê sibehê hinekan telefon kir. Yekî got ew ji ‘Tûgaya Tolhildanê ya Tirk Osmaniyan e’ û Ferhat di destê wan de ye. Lê nehiştin ez bi kurê xwe re biaxivim”. Ji min xwestin ku ez li gorî pereyî wê çaxê milyonek lîreyî bidim wan, şûbeya DEPê bigirin û çar tûristîn di destê PKKyê de serbest bên berdan. Her weha gotin divê ez haya ti kesî çênekim.
Îshak Tepe, ji bo kurê xwe yê winda bibine gelek caran serî li Midûriyeta Emniyetê ya Bedlîsê, Walîtiya Bedlise, Fermandariya Alaya Cendermeyan û Dozgeriya Komarî daye lê ti negihîştiye ti encamê.
Ew li Goristana Bêkesan binax kiribûn
Heta 8ê Tebaxê Îshak Tepeyî ti encam bi dest nexistibû:
“8ê Tebaxê dîsa telefonî min kirin. Gotin, ‘termê kurê te li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîzê ye, biçin wî wergirin.’ Min nexwest ez bawer bikim, me demeke dirêj nîqaş kir.
“Talat Tepe, biraziyê min ji fotografên otopsiye Ferhat nas kiribû. Dozgeriya Komarî ya Elezîzê gotibû ku cenaze bêxwedî ye û sê roj berê hatiye binaxkirin. Dema cenazeyê kurê min ji Goristana Bêkesan werdigirin hevjîna min Zubeyde li wir bû, ew hema wisa xistibûn gorekê.
“Dema terme Ferhatî hatiye dîtin, tenê binkirasên wî lê bûne. Cilûbergên wî li qeraxa avê bûne. Masîvanî hayê cendermeyan jê çêkiribû û cenaze biribûn Dozgeriya Sivriceyê, rapora otopsiyê hatibû amadekirin û heman rojê ew şandibûn Elezîzê.
“Gotibûn Ferhat ‘melevaniyê nedizanî, ketiye golê û fetisiye’. Otopsiyeke berfireh nehatibû kirin. Tenê gotibû ‘ji ber bêhna wî çikiyaye…”. Lê şopên lêdanê hebûn û diyar bû destên wî girê dane.” (NO/FD)