Fotograf: Marlene Gawrisch / Welt
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina rojnameger Denîz Yucelî, nûnerê berê yê rojnameya Die Weltê yê Tirkiyeyê îro li 32yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê berdewam kir.
Yucel bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” û “dijminatî û kîndarî di nava gelî de belav dike” dihate dadgehkirin û dihate xwestin ku ji 4 salan heta 18 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn.
Salekê di girtîgehê de hate girtin û paşê jî serbest bû.
Îro danişîna heftem pêk hat ku Denîz Yucelê ji derveyî Tirkiyeyê ye beşdar nebû, tenê Veysel Ok, parêzerê wî li dadgehê bû.
Dozgerî nêrîna xwe dubare kir ku di 13ê Sibatê, dema danişîna şeşem de pêşkêş kiribû û xwest ku 15 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Yucelî were birîn.
Parêzer Ok li dijî daxwaza dozgerî derket û ew biryara Dadgeha Destûrî bibîr xist ku di 28ê Hezîrana 2019an de dabû û gotibû mafê Yucelî hatiye binpêkirin. Okî daxwaza beraeta Yucelî kir.
Dadgehê piştî axavtina Okî, biryar da ku careke din lêkolîna dosyayê bikin. Dadgehkirin wê di 16ê Tîrmehê de berdewam bike. (HA/FD)