Fotograf. Malpera fermî ya Edliyeya Stenbolê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Edliyeyên ku ji ber koronavirusê ango Covid-19ê ji meha Adarê heta niha girtî bûn, wê piştî 15ê Hezîranê dest bi kar bikin. Di navbera 22 û 26ê Hezîranê de wê herî hindik 19 rojnameger derkevin pêşberî heyetên dadgehan.
Di vê hefteya navborî de destpêkê wê Rifat Dogan, nûçegîhanê Arti Gerçekê bê dadgehkirin. Dogan bi îdiaya ku di dema danişîna doza karesata trênê ya Çorlûyê de li salona dadgehê fotograf kişandine tê dadgehkirin. Danişîn di 3yê Tîrmeha 2019an de pêk hatibû.
Di vê demê de Midûrê Nûçeyan ê Odatvyê Bariş Terkoglû, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Odatvyê Bariş Terkoglû, nûçegîhana Odatvyê Hulya Kilinç, Berpirsê Giştî yê Weşana Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Midûrê Karûbarên Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser û Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel jî wê werin dadgehkirin.
6 rojnameger ji ber nûçeyên derbarê mirina endamekî Rêxistina Istixbarata Netewî (MIT) li Libyayê û binaxkirina wî ya li Manîsayê de hatibûn desteserkirin û girtin.
34em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê daxwaza azadkirina rojnamegeran her tim red dike û wê li gorî Xala 329/1ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û Xala 27em a Qanûna Rêxistina Istixbaratê ya Netewî wan dadgeh bike.
Her weha rojnameger Erk Acarerê li derveyî Tirkiyeyê ye û biryara girtina wî hatiye dayîn û Wezîfedarê Buroya Çapemeniyê ya Şaredariya Akhîsarê ya CHPyî jî wê bêyî girtî bin werin dadgehkirin.
15 sal cezayê girtîgehê ji bo Denîz Yucelî hatibû xwestin
32yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dadgehkirina Denîz Yucel, nûçegîhanê rojnameya Die Weltê berdewam kir. Yucel bi tohmeta ku “propagandaya PKKyê kiriye” û “di nava gel de kîndarî û dijminatî belav kiriye” tê dadgehkirin. Dozgerî xwestiye ku 18 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn.
Di 13ê Sibatê de dadgehkirina Yucelî dewam kiribû û parêzerê Yucelî ji bo parastinê daxwaza demê kiribû.
Çavlirê ye ku dadgehkirin di 24ê Hezîranê de berdewam bike.
Emîne Erdoganê doz li Ender Îmrekî vekiribû
Di heman rojê de wê dadgehkirina nivîskar û rojnameger Ender Îmrekî li 2yem Dadgeha Cezayên Asliyeyê pêk were.
Îmrekî di 29ê Hezîrana 2019an de nivîsek di rojnameya Evrenselê de weşandibû û behsa çenteyê Emîne Erdoganê yê bi markeya Hermesê kiribû. Bi îdiaya ku heqaret li Emîne Erdoganê kiriye, doz li Îmrekî hatibû vekirin.
Doz li Sabîha Temîzkanê hatibû vekirin
Ji ber ku li ser Twitterê nivîsiye û gotiye “Kampa Mexmûrê ketiye destê DAIŞê” doz li rojnameger Sabîha Temîzkanê hatibû vekirin. Temîzkan bi îdiaya ku “dijminatî û kîndarî di nava gel de belav kiriye” wê were dadgehkirin.
Temîzkanê ev peyam di sala 2014an de weşandibû û di 13ê Sibatê de bang li wê kiribûn da ku îfadeya xwe bide.
Doza Redhackê ya li 6 rojnamegeran hatiye vekirin
Heman rojê wê edîtorê malpera Dikenê Tûnca Ogreten, Midûra Nûçeyan a ETHAyê Derya Okatan, midûrê perpirs ê rojnameya Yolculukê Eray Sargin, nûçegîhanê DİHAyê Metin Yoksu, Midûrê Nûçeyan ê DİHAyê Omer Çelîk û xebatkarê rojnameya Birgunê Mahîr Kanaat wê bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne”, “xwestine sîstema enformatik têk bibin” û “propagandaya rêxistinê kirine” bên dadgehkirin.
Redhackê e-maîlên Berat Albayrak, zavayê Erdoganî û Wezîrê Enerjiyê yê wê demê bidest xistibûn û van rojnamegeran ew zanyariyên di wan e-maîlan de derbas dibûn kiribûn nûçe. Ji ber wê jî tên dadgehkirin.
Weşana derbarê Operasyona li ser Efrînê de
Nûnera Arti TVyê ya li Enqereyê û rojnameger Hayrî Demîr wê li 15em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê werin dadgehkirin. Hurtaşê di dema operasyona artêşa tirkan a li ser Efrînê de parlamenterên HDPyê li stüdyoya televizyonê kiribû mêvan û Hayrî Demîrî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî operasyone dabû. Ji ber vê, doz li wan hatibû vekirin. Dadgehkirin wê di 26ê Hezîranê de berdewam bike. (EO/AS/FD)