Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Înîsiyatîfa Te Hay Jê Heye derbarê rojnamegerên ku ji ber nûçeyên derbarê mirina endamê MITê de hatibûn girtin li ser medyaya civakî kampanyayek dane destpêkirin. Kampanya wê bi hashtaga #BuKumpasıGörmüştük (Me ev dek û dolab berê jî dîtibûn) birêve biçe.
Endamê MITê yê ku Libyayê miribû û cenazeyê wî hatibû binaxkirin, piştî nûçeyên derbarê wî de hatin weşandin. 7 jê rojnameger 8 kes hatibûn girtin.
Înîsîyatîfê di daxuyanîya xwe de bibîrxistiye, ku îdanameya derbarê 7 jê rojnameger 8 kesan de hatiye amadekirin ji aliye 34em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hatiye qebûlkirin.
-
"Em banga piştgiriyê dikin"
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, ku gelek rojnameger bi heman dek û dolaban bi salan di girtîgehê de mane û weha hatiye gotin: "her du hevalên me Bariş Pehlîvan û Bariş Tekoglû jî di vê dozê de hatine girtin. Ew her du 9 sal berê jî bi heman dek û dolaban bibûn hedef.
"Me ev dek û dolab berê jî dîtibûn. Ji bo wan hevalên me yên ku tenê karê rojnamegeriyê dikirin û bi dek û dolaban ew şandin girtîgehê bi hashtaga #BuKumpasıGörmüştük (Me ev dek û dolab berê jî dîtibûn) em banga piştgiriyê dikin."
Çi bûbû?
Bariş Terkoğlû, Midûrê Nûçeyan ê Odatvyê, li mala xwe ya Stenbolê, Hulya Kilinç jî li mala xwe ya Manîsayê di 4ê Adarê de hatibûn desteserkirin. Kilinç anîbûn Stenbolê.
4em Dadgeriya Silh û Cezayan a Stenbolê heman rojê, di saetên şevê de biryara girtina Terkoglû û Kilinçê dabû.
Di 5ê Adarê de Saziya Ragihandinê û Teknojiyên Zanistî (BTK) iryara astengkirina Odatvyê dabû.
Di heman rojê de ji bo îfadegirtinê bang li Bariş Pehlivanî, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Odatvyê hatibû kirin. Pehlivan di 6ê Adarê de hatibû girtin.
Dîsa 6ê Adarê daxwaza girtina Ferhat Çelîk, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Yenî Yaşamê û Aydin Keser, Midûrê Karûbarên Nivîsan ê heman rojnameyê hatibû kirin. Lê Çelîk û Keser serbest bûbûn.
Di 7ê Adarê de Mûrat Agirel, nivîskarê rojnameya Yenîçagê, piştî îfade dabû dozgeriyê, bi daxwaza girtinê ew şandibûn ber destê dadgehê. Dadgehê bi şertê kontrola edlî ew serbest dabû.
Li ser itiraza dozgeriyê Ferhat Çelîk, Aydin Keser û Mûrat Agirel di 8ê Adarê de hatibûn girtin.
Îdianameya derbarê her 7 rojnamegeran û E. E. wezîfedarê Beşa Çapemeniyê yê şaredariya Akhîsarê ya CHPyî de 24ê Nîsanê hatibû amadekirin.
Ji bo Erk Acarerê ji derveyî Tirkiyeyê ye, biryara zeftkirinê hatibû derxistin. Derketibû holê ku bêyî parêzerên wan agahdar bikin, daxwaza tehliyekirina rojnamegeran hatiye nirxandin û redkirin. (HA/AY/FD)