Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
34em Dadgeha Cezê ya Giran a Stenbolê îdianameya ku derbarê 7 jê rojnameger, 8 kesan de hatiye amadekirin qebûl kiriye. Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê îdianame amade kiribû.
Di çarçoveya lêpirsîne de Bariş Tekoglû, Rêvebir û Berpirsê Nûçeyên Odatviyê, Bariş Pehlîvan, Derhênerê Weşana Giştî ya Odatviyê, Hulya Kilinç, Nûçegîhana Odatvyê, Ferhat Çelîk, Rêvebirê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê, Aydin Keser, Rêvebirê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê û Mûrat Axirel, nivîskarê Rojnameya Yenîçaxê hatibû girtin.
Dadgehê derbarê Erk Acarer, nivîskarê Rojnameya Birgunê de biryara girtinê daye û E.E. karmendê beşa Çapemeniyê ya Şaredariya Akhîsara Partiya Gel a Komarî (CHP) bi awayê negirtî tê darizandin.
Di îdianameyê de hatiye xwestin, ku rojnameger li gor 27em maddeya Qanûna Teşkîlata Sixuriyê ya Neteweyî û maddeya 329/1em a TCKyê were ceza kirin.
Çi bûbû?
Bariş Terkoğlû, Midûrê Nûçeyan ê Odatvyê, li mala xwe ya Stenbolê, Hulya Kilinç jî li mala xwe ya Manîsayê di 4ê Adarê de hatibûn desteserkirin. Kilinç anîbûn Stenbolê.
4em Dadgeriya Silh û Cezayan a Stenbolê heman rojê, di saetên şevê de biryara girtina Terkoglû û Kilinçê dabû.
Di 5ê Adarê de Saziya Ragihandinê û Teknojiyên Zanistî (BTK) iryara astengkirina Odatvyê dabû.
Di heman rojê de ji bo îfadegirtinê bang li Bariş Pehlivanî, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Odatvyê hatibû kirin. Pehlivan di 6ê Adarê de hatibû girtin.
Dîsa 6ê Adarê daxwaza girtina Ferhat Çelîk, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Yenî Yaşamê û Aydin Keser, Midûrê Karûbarên Nivîsan ê heman rojnameyê hatibû kirin. Lê Çelîk û Keser serbest bûbûn.
Di 7ê Adarê de Mûrat Agirel, nivîskarê rojnameya Yenîçagê, piştî îfade dabû dozgeriyê, bi daxwaza girtinê ew şandibûn ber destê dadgehê. Dadgehê bi şertê kontrola edlî ew serbest dabû.
Li ser itiraza dozgeriyê Ferhat Çelîk, Aydin Keser û Mûrat Agirel di 8ê Adarê de hatibûn girtin.
Îdianameya derbarê her 7 rojnamegeran û E. E. wezîfedarê Beşa Çapemeniyê yê şaredariya Akhîsarê ya CHPyî de 24ê Nîsanê hatibû amadekirin.
Ji bo Erk Acarerê ji derveyî Tirkiyeyê ye, biryara zeftkirinê hatibû derxistin. Derketibû holê ku bêyî parêzerên wan agahdar bikin, daxwaza tehliyekirina rojnamegeran hatiye nirxandin û redkirin. (EKN/FD/AY)