Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê daxuyaniyek derbarê guhertina qanûna înfazê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye ku li Civata Giştî ya Meclîsê hatibû gotûbêjkirin. Di daxuyaniyê de gotine ku guhertina qanûnê newekhev û dijhiqûqî ye.
Hiqûqnasan di daxuyaniya xwe de bal kişandine ser guhertina di yasayê de û wiha gotine: “Xala 9/4ê ya demkî wan encaman bi xwe re tîne ku kesên bi tohmeta êrîşên cinsî yên li ser jinan û yên istismara cinsî yên li ser zarokan kirine, her weha yên tiryakfiroşiyê yên beriya 2014an wê ji sêya duyê cezayên xwe di girtîgehan de derbas bikin. Heman guhertin ji bo kesên bi tohmeta êrîşên cinsî û bazirganiya tiryakê hatine girtin jî weke efûyeke taybet be.”
Di daxuyaniyê de bal kişandine ser newekheviyê û wiha berdewam kirine:
“Heke ku ev qanûn bi vî awayî bê qebûlkirin, rojnameger, parêzer, nvîskar, endamên komele yan jî partiyên siyasî yên tenê fikr û ramanên xwe aşkere kirine, daxuyanî dane wê ji îşkencekaran, tecawizkaran, kesên istismara zarokan kirine, bazirganên tiryakê, çeteyên mafyayê bêhtir di girtîgehan de bimînin ku ji xwe cezayên giran yên neheq û bêpîvan li wan hatiye birin.”
Hiquqnasên Ji Bo Demokrasiyê di berdewamiyê de rexne li heman guhertinê kirine û gotine ku ev guhertin ji bo girtiyên siyasî û yên din encamên ne weke hev derdixe holê. (AS/FD)