* Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Ceyhanê, navçeya Edeneyê bi îdiaya ku li ser medyaya civakî “mesajên bêbingeh û provokatîv yên derbarê koronavîrusê de weşandiye” bikarhênerekî medyaya civakî hatiye desteserkirin.
Tîmên cendermeyan bi ser mala L.S. yê 37 salî de girtine ku mala wî li Taxa Îstîklalê bûye. Cendermeyan ji ber mesaja wî ya ku gotiye “Li Ceyhanê li du kesan koronavirus peyda bûye” L. S. desteser kirine.
22 kes hatibûn desteserkirin
Beriya niha jî 17ê Adarê li Mereşê kesek, 18ê Adarê jî li Zonguldakê kesek bi heman armancê hatibû desteserkirin. Wezareta Karûbarên Navxweyî di 17ê Adarê de aşkere kiribû ku ji ber mesajên li ser medyaya civakî yên derbarê koronavirusê ango Covid-19ê de 19 kes hatine desteserkirin.
Tevlî yê li Edeneyê hejmara kesên desteserkirî gihîştiye 22yan. (TP/FD)
Çavkanî: AA