Fotograf: MLSA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di yekem danişîna dadgehkirina rojnameger Sûltan Çobanê de heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Doz bi sedema ku li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek weşandiye û bi tohmeta “propagandaya rêxistina terorê kiriye” hatibû vekirin.
Dadgehkirin li 8em Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê pêk hatiye. Di yekem danişînê de heyetê sal û sê meh cezayê girtîgehê li Çobanê biriye.
Erol Onderoglû, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê Tirkiyeyê dadgehkirina Çobanê şopandiye. Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Çoban parastiye.
Çobanê di paraznameya xwe de wiha gotiye: “Ez li Danîmarkayê mezin bûme. Ji bo medyaya danîmarkî kar dikim. Gelek mijarên ku li Tirkiyeyê peywendiya wan bi terorê re tê çêkirin, li wir weke azadiya xweîfadekirinê tê dîtin. Karên min bêalîbûna min nîşan didin.”
Dozgerî di danişîna yekem de nêrîna xwe diyar kiriye û gotiye ku rapora polîsan di encama lêkokîna li çavkaniyên vekirî de hatiye nivîsandin û li gorî hiqûqê ye. Dozgerî daxwaz kiriye û gotiye, divê rojnameger Sûltan Çoban li gorî wî sûcî were cezakirin ku propgandaya rêxistinê kiriye.
Heyeta Dadgehê biryara xwe aşkere kiriye ku li gorî daxwaza dozgerî daye. Heyetê diyar kiriye ku rojnameger Sûltan Çobanê bi peyama xwe ya li ser Facebookê “propagandaya rêxistina terorê kiriye” û sal û sê meh cezayê girtîgehê lê biriye.
Onderoglûyî biryar rexne kiriye
Erol Onderoglûyî piştî biryarê, li ser hesabê RSF yê Twitterê wiha gotiye: “Bi Reforma Darazê re Qanûna Dijterorê hatibû guhertin û wiha hatibû gotin: ‘Heke tundkariyê teşwîq neke divê weke azadiya xweîfadekirinê bê qebûlkirin.’ Lê digel vê pîvanê dadehê cezayê girtîgehê li Sultan Çobanê birî.” (HA/FD)